Emerîka: Em bi hêvîne ku danûstandinên me bi Tirkiyê re berdewam bin
Wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ew bi hêvîne ku danûstandinên wan bi Tirkiyê re derbarê avakirina devera aram li Sûriyê berdewam bin.
K24- Hewlêr
Wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ew bi hêvîne ku danûstandinên wan bi Tirkiyê re derbarê avakirina devera aram li Sûriyê berdewam bin.
Morgan Ortagos, peyivdara wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ku danûstandinên wan û Tirkiyê derbarê rewşa bakura rojhlata Sûriyê berdewamin û Waşintun hêvî dike danûstandinên derbarê avakirina devera aram li gel Enqereyê berdewam bin.
Got jî armancên wezîrê derve yê Emerîka li Sûriyê, rêgirtine li ber duristbûna valahyê li wê navçeyê ku dibe tevlîhevyê li navçeyê çêbike. Tekez jî kir ku ew metirsîyên Tirkiyê liber çav digrin û di heman dem de jî ew dixwazin gêrêntîya parastina hevalbendên xwe jî bkin yên ku şerê Da'şê krîne.
Duhî wezareta berevanîya Tirkiyê ragehandibû, eger Emerîka sozên xwe di mjara avakirina devera aram de bicî nehînê ewê dest bi operasyoneke serbazî li rojhlata Firatê bikin.