Dijberiya Sûriyê danûstandinên xwe derbarê prosêsa siyasî li gel Rûsiyê rawestandin

Bi egera tundîya operasyonên li Idilbê desteya danûstandinan ya dijberiya Sûriyê danûstandinên xwe derbarê prosêsa siyasî li gel Rûsiyê rawestandin.

K24-Hewlêr

Bi egera tundîya operasyonên li Idilbê desteya danûstandinan ya dijberiya Sûriyê danûstandinên xwe derbarê prosêsa siyasî li gel Rûsiyê rawestandin.

 Serokê desteya danûstandinan ya dijberiya Sûriyê Nesir Elherîrî  raghand, ku prosêsa siyasî û tevahiya peywedinyên wan li gel Rûsiyê hatin rawestandin. Bi gotna wî heya ku  operasyon li Idilbê tund û berdewam bin ew dest bi ti gotûbêjekê nakin.

Daxwaz ji şanda dijberiyê ya Astane jî kir ku danûstandinên Astaneyê baykot bike.

 Ev bêtir ji 2 mehane artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsiyê dest bi operasyonekê kirine li bakura rojavaya Sûriyê û heya niha bêtir ji 300 welatîyên sivîl, ji encama bombebaranên Sûriyê û Rûsiyê de hatine kuştin.