Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike mûşekên S400 çalak neke

Amerîka daxwaz ji Tirkyê dike ku mûşekên S400 bikar nehîne û çalak neke.

K24- Hewlêr

Amerîka daxwaz ji Tirkyê dike ku mûşekên S400 bikar nehîne û çalak neke.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: Wan çend caran daxwaz ji berpirsên Enqereyê kirin ku  kirîna mûşekên S400 nahê qebûlkirin. S 400 û F35 dijî hev in û divê Tirkiye pêdeçûn li ser biryara xwe bike. Amerêkayê  gavek avêt û firotina balafirên F35 bo Tirkiyeyê qedexe kir. Ew dikarin tirkiyê zêdetir siza bidin. Niha daxwaza Emerîka  a girîng ew e ko Tirkiye S400 bikar nehîne û çalak neke.

Ji alîkî din ve Sînatorê Amerîkî, Lindsey Graham jî telefona Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu kiriye û ji wî re gotiye: Ger Tirkiye S400ê çalak neke, Amerîka Tirkiyeyê siza nade.