Bucak: Destkeftiyên başûr, destkeftiyên Kurdan li hemû cîhane ne

Sertaç Bûcak got; destkeftiyên Herêma Kurdistanê, destkeftiyên hemû Kurdên cîhanê ne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxûyaniyên endamê serokatiya PKK Duran Kalkan girêdayî başûrê Kurdistanê, ji alî aliyên Kurdistanî ji her çar perçeyên Kurdistanê ve, bi tundî tên rexne kirin. Axaftinên Kalkan, wekî dijberiyek hemberî xeta Kurd û Kurdistanî, herweha dijî berjewendiyên Kurdistanê tên nirxandin.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê; gotinên Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxandin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr Sertaç Bûcak got; destkeftiyên Herêma Kurdistanê, destkeftiyên hemû Kurdên cîhanê ne û ev nêzîkahî nayê qebûlkirin. Nivîskar Îbrahîm Guçlu jî got ku; hemû keç û xortên Kurd ên ku di nav rêxistina PKK'ê de ne; ji bo maf û azadiyên welatê xwe têdikoşin; lewra nêrîna kesekî Tirk hest û nêrîna Kurdên nav rêxistinê temsîl nake.

 

Fly Erbil Advertisment