6 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazor hatin kuştin
Ji bo çara yekem ji piştî kontrolkirina Baxozê, Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke esmanî li rojhilatê Dêrazorê pêk tîne û 6 çekdarên DAIŞê dikuje.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo çara yekem ji piştî kontrolkirina Baxozê, Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke esmanî li rojhilatê Dêrazorê pêk tîne û 6 çekdarên DAIŞê dikuje.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneke esmanî li gundê Hiwêce El Besîra li rojhilatê Dêrazorê kir û şaneyeke razayî ya DAIŞê armanc girt.
Da zanîn jî, di encama wê operasyona esmanî de 5 çekdarên DAIŞê yê Sûrî û çekdarekî biyanî hatin kuştin.
Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojhilatê Dêrazorê di 23ê Adara bûrî de, ev yekem operasyona esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ye.
Ji aliyekî din ve, Rewangehê diyar kir, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 27ê vê mehê bi ser gundên Ebo Hemam û Kişkiyê yên rojhilata Dêrazorê de girt û zêdetir ji 30 endamên şaneyên razayî yên DAIŞê desteser kirin.
S. B