Wê pêşeroja peywendîyên Enqere û Waşingtonê çawa be?

Di navbera Tirkîye û Amerîkayê da alozîya kirîna mûşekên Rûsî yên S-400î berdewam dike. Amerîka, ya ku berê bi nameyeke hişyarîya gemaroyan dabû Tirkîyê, piştî radestkirina mûşekan bo wî welatî, Tirkîye ji projeya F-35an derxistibû. Niha herî zêde ev yek tê meraqkirin, maweya ku Pentagonê dabû Enqereyê, dê îro bidawî were, û dê ji vir şûnd e, Amerîka çawa tevbigere?

K24-Enqere

Di navbera Tirkîye û Amerîkayê da alozîya kirîna mûşekên Rûsî yên S-400î berdewam dike. Amerîka, ya ku berê bi nameyeke hişyarîya gemaroyan dabû Tirkîyê, piştî radestkirina mûşekan bo wî welatî, Tirkîye ji projeya F-35an derxistibû. Niha herî zêde ev yek tê meraqkirin, maweya ku Pentagonê dabû Enqereyê, dê îro bidawî were, û dê ji vir şûnd e, Amerîka çawa tevbigere?

 Ligor hin pisporan dê Amerîka gemaroyan li ser Tirkîyê nesepîn e. Li gorî hin pisporan jî, Kongreya

Wezareta Bergirîyê ya Amerîkayê heta 31ê Tîrmeha 2019an ji bo ku Enqere helwest û biryara xwe ya bo kirîna mûşekên Rûsî yên S-400î û firokeyên Amerîkî F-35an zelal bike mawe dabû Enqereyê û ragihandibû ger Tirkîye mûşekên Rûsî bistîne wê rastî gemaroyên CAATSAyê bê. Lê belê Tirkîye guh nedabû hişyarîya Waşîntonê û di nîvê meha Tîrmehê da S-400an wergirtibû û alozîya heyî ya di navbera her du welatan da kurtir bûbû û piştî vê Pentagon Tirkîyeyê ji projeya F-35an derxistibû. Niha jî tê gotin ku Kongreya Amerîkî bo gemaroyan li ser Tirkîyeyê bisepîne amadehî dike. Ev mijar di nav sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê da jî bi baldarî tgê şopandin. Li gorî hin pisporan wê Amerîka biryara gemaroyan nesepîne, lewre li herêmê pêdîvîya wî bi Tirkîyeyê heye.

Muhammed Işik-pispor, dibêje:"Tirkîye berê li dijî van gefên gemaroyan ji nişka ve tevdigerîya û paş ve gavan diavêt. Lê belê niha tawîzê nade û bibiryardarî li dij derdikeve. Li gorî min Amerîka wê biryara gemaroyan negre. Lê wê heta dawîyê jî vê îhtimalê bilêv bikin. Jixwe Trump di vê mijarê da heq dabû Tirkîyeyê. Heta belkî Waşînton pereyê F-35an jî bide Enqereyê. Lewra Amerîka li herêmê mecbûr e ku hevpeymanîya xwe ya li gel Tirkîyeyê bidomîne."

Ev demekî ye ku pozisyona Tirkîyeyê ya di nav NATOyê da jî tê nîqaşkirin. Heta tê gotin ku dibe Tirkîye baregeha Încîrlîkê ya Amerîkayê bigre û li rojhelatê Çemê Feradê dest bi operasyonan bike. Li gorî pisporan her diçe peywendîyên Enqere û Waşîntonê xirabtir dibe, heke Amerîka biryara gemaroyan jî bigre wê krîza heyî mezintir û kurtir bibe

Prof.Dr. Bîlal Sambur-akademîsyen, dibêje:"ÊdîpeywendîyênTirk û Amerîkîguherî ye û peywendîyên her duwelatanberbihembertîyê ve diçe. BiryaraAmerîkayê ya ser F-35an hêjdestpêkek e. LigorîminwêAmerîkateqezgemaroyênCAATSAyêli ser Tirkîyeyêbisepîne. Lêbelêya girîngew e kuwêdikîjanbeşê da bisepîne û wêhelwestaTrumpçawa be? Ligorîminwêgemarodiwarêaborî û sîyasî da be.Helbetpiştîsepandinagemaroyanwêalozîyaheyîkûrtirbibe û wêêdî tu caranpeywendîyênEnqere û Waşîntonêjîwekberênemeşe."