Bi tometa endametiya DAIŞê li Hesekê 100 kes hatin girtin
HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî 100 kes bi tometa endametiya DAIŞê li Hesekê girtin e.
K24- Hewlêr
HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî 100 kes bi tometa endametiya DAIŞê li Hesekê girtin e.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, Hêzên Sûriya Demokrat HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonek li taxa Xwêran a bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê, ku taxek Ereb nişîn e, encam da ye, û zêdetir ji 100 kesan bi tometa endametiya DAIŞê hatine girtin. Ligor Rewangehê, hejmarek zêde ya çekan jî, hatine desteserkirin.
Ev demek e, Hêzên Sûriya Demokrat bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi helmetek li dijî şanên veşartî yên DAIŞê li gundewarên Dêrazorê û Hesekê kirin e.