NY vekolînê dike derbarê bi armanckirina navendên jêr serperiştiya wê li Sûriyê
Netewên Yekgirtî lêkolînê derbarê bi armanckirina navendên ku li Sûriyê di jêr serperiştiya wê de ne dike.
K24- Hewlêr
Netewên Yekgirtî lêkolînê derbarê armanckirina navendên ku li Sûriyê di jêr serperiştiya wê de ne dike.
Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres îro ragehand, ew dê lêkolînê di derbarê armanckirina navendên ku ew li Sûriyê piştevaniyê dikin de, bikin.
Roja sêşemiya borî, her yek ji Fransa, Brîtaniya, Amerîka, Elmaniya, Belcîka, Peru, Polonya, Kiwêt, Domînîk û Endunesya bi fermî nerazîbûna xwe li ser encamnedana lêkolînê derbarê armanckirina 14 cihên, ku Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dike, arasteyî Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî kiribûn.
Ji alîyek dî ve, li şerê îro yê gundewarên Hemayê, 18 leşker û çekdarên hikûmet û opozisyona Sûriyê hatine kuştin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, şer û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên Opozsiyonê li derdora gundên El-Zekat û Hesraya yên bakurê Hemayê berdewam in, di encam de, heşt leşker û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, û deh çekdarên Opozisyonê jî hatine kuştin.
Herweha di şerê Îro de, Hêzên Hikûmetê 4 gund ji bin destê Opozisyonê derxistin.