Li Tirkiye yasaya etîka sîyasî bûye rojev
Piştî hilbijartinên herêmî êdî li Tirkîyeyê partîyên mixalefetê zêdetir çalak dibin û pêşnîyarên xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibin rojev. CHP pêşnîyaza yasaya etîka sîyasî pêşkêşî parlamen kir. Cîgir Serokê CHPê Yildirim Kaya ji K24ê ra axivî û got; "êdî civat li benda yasayeke wiha ye. Kîjan sîyasî karekî bêrêtî û bêetîk kir divê ew bê cizakirin." Her wiha partîyên Kurdistanî jî dibêjin, bi vê pêşnîyazê jî xuya ye kul i Tirkîyeyê sazîya sîyasî têk çûye û pêdivî bi sîyaseteke nû heye.
K24- Enkere

Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û 23ê Hezîranê yê Stenbolê ku bajarên mezin ketibûn destê mixalefetê, li Tirkîyeyê atmosfera sîyasî êdî diguhere. Di vê çarçoveyê da partîya mixalefeta sereke CHP ji bo ku li şaredarîyan û sazîya sîyasetê rê li ber bêrêtî, gendelî û neexlaqîyan bê girtin bi îmzeya serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û 3 serokwekîlên koma CHPê, "Pêşnîyaza Yasaya Etîka Sîyasî" pêşkêşê parlamena Tirkîyeyê kir û her wiha pêşnîyaza li Meclîsê avakirina Lijneya Etîka Sîyasî kir.
Cîgir Serokê Giştî yê CHPê Yildirim Kaya derbarê vê pêşnîyazê da dibêje, civat li benda yasaya exlaqa sîyasî ye û ew wek CHP bi salan e ku daxwaza vê yekê dikin.
Yildirim Kaya- serokê giştî yê CHPê, got: "Di heyama serokwezîrtîya Ahmet Davutoglu da AKP vê pêşnîyazê anîbû parlamen, lê belê bi daxwaza qesrê ev yek paşve hatibû kişandin. Em vê yekê ji bo hemû şaredarîyan, sîyasetmedaran û hemû kesên ku li dewletê erkdar in dixwazin. Bila hemû karûbarên ne etîk bê lêkolînkirin. Kî li gorî vê yasaya etîk tevngere bila civak jî bibîne. Em wek CHP, wek vê xala rûpela spî ne, lê belê AKP wek vê rûpela reş e. Divê medya jî bi berpirsyarî tevbigere û bêrêtîyan derxe holê."
Li alîyê din mijara yasaya etîk di nav partîyên Kurdistanî da jî tê nîqaşkirin. Li gorî Nûnerê Partîya Komunîst a Kurdistanê KKP Alî Gokkaya, li Tirkîyeyê sazîya sîyasetê qirêj bûye û têk çûye ji loma jî yasaya etîk ji bo sîyasîyan ferz e.
Alî Gokkaya-nûnerê KKP li Enqereyê, dibêje: "Êdî her kes dibî ne kul i Tirkîyeyê siyaset têk çûye û gelekî qirêj bûye. CHP jî xwe ji niha ve bo desthilatê hazir dike, ji loma jî pêşnîyaza yasaya etîk anî parlamen û vê mijarê xiste nav rojeva sîyasetê. Li alîyê din CHP niha
di nav amadehîyên rojanekirina rapora meseleya Kurd e. Gelo wê CHP wek refleksa dewletê tevbigere an xwe nû bike. Helbet em dixwazin CHP êdî bi erênî xwe biguherîne û derbarê meseleya Kurd da xwe rojane bike. Lê ev yek jî zêde hêsan nîne."
Li gorî pêşnîyaza yasaya etîk; serokkomar, alîkarên wî, wezîr û parlamenter di heyama ku wezîfe dikin da wê rê li ber karekî din yê bi heq yê li dewlet û sektora taybet bê girtin û ev yek bê şopandin.