Tiramp gefa azadkirina çekdarên Daişê dike
Serokê Emerîka Donald Tiramp gefa azadkirina çekdarên Daişê dike ewên li deverên jêr desthilta supayê Emerîkayê li Suriyê hatîne girtin.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Tiramp gefa azadkirina çekdarên Daişê dike ewên li deverên jêr desthilta supayê Emerîkayê li Suriyê hatîne girtin.
Di hevpeyvînekê de bo rojnamevanan, serokê emerîkayê got: Em bi hezaran çekdarên Daişê girtîne, Me divêt Ewrûpayî wan çekdarên hevwelatîyên wanin wergirin. Em dê temaşa bikîn bizanin dê bihên wan çekdarn wergirin, eger nehatin, em naçar dibîn wan çekdaran azad bikîn daku vegerin Ewrûpayê.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku dû hezar û 500 çekdarên girtî yên Daişê ku xwedî nijadname ya Ewrûpayîne, niha di destên Emerîka û hêzên hevpeymanan de ne li Suriyê.