Pompiyo: Divê berpisên Îranê bê saman bimînin daku nebin gef li ser ti kesekî li cîhanê
Wezîrê derve yê Emerîkayê tekez dike ku sizayên Emerîkayê li ser Îranê berdewam dibin heya asta hinartina petrola wî welatî dibe sifir.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Emerîkayê tekez dike ku sizayên Emerîkayê li ser Îranê berdewam dibin heya asta hinartina petrola wî welatî dibe sifir.
Mayîk pompiyo, wezîrê derve yê Emerîkayê di panêlekê de li Bankoka paytexta Taylendê ragehand: Di dû mehên burî de asta hinarte ya petrola Îraqnê gehiştîye nîv milyon Bermîlan di rojekê de, ev di demkê de ye ku berê Îranê gelek zêdtir hinarte dikirin.
Wezîrê derve yê Emerîkayê got: Berî serpandina sizayên me bi ser Îranê re, wî welatî rojane dû milyon û 700 hezsar bermîl ji petrola xwe di şand welatên cîhanê, lê di mehên Xizîran û Tîrmeha burî de, asta hinarteya petrola Îranê hayîye xwarê bo kêmtir ji nîv milyon bermîlên rojane û Em kar dikîn daku asta hinarteya petrola wî welatî bigehînîn sifrê.
Herweha got: Sizayên Emerîkayê li ser Îranê gelek bi bandorin û her kompanîya û weletek jî serpêçîyê bike dê bihê sizadan. Pêwîste Ayetûllah û berpirsên Komara Îslamîya Îranê ji komkirina dahat û Samanê bo avakirina pirogramê Etomî bihên bê behir kirin daku nekarin bibin gef li ser ti kesekî li cîhanê.