Ebdulehekîm Beşar: Divê destûrek nû bo Suriyê bihê nivîsandin

wezareta derve ya Kazaxistanê ragehand ku li hevkirin li ser komîteya destûra Suriyê di navbera alîyên Suriyê de hatîye kirin.

K24- Astana- Kazaxistan

wezareta derve ya Kazaxistanê ragehand ku li hevkirin li ser komîteya destûra Suriyê di navbera alîyên Suriyê de hatîye kirin.

Evro wezareta derve ya Kazaxistanê di daxuyanîyekê de ragehand, ku alîyên pişikdar di danûstandinên Astana de di derbarê komîteya destûra Suriyê gihane li hevkirinê.

Herweha di daxuyanîyê de hatîye ku piranîya endamên şanda opizsyona Suriyê ji rawestandina şer razîne û agir besta rijêma Suriyê qebûl kirine. Herweha hatîye ragehandin ku ev sal dû gerên din yên danûstandinên Astana dê hebin.

Ji alîye dî ve EbdulHekîm Beşar ji cêgirê serokê Hevpeymanîya Opizisyona Surîyê, got:Bo rawestandina şer ajansa SANA ragehandibû ku rijêm demjmêr 12yê şeva bûrî, şerê li Idilbî dê ragire, lê şer heya niha jî berdewame. Lê li gor hevdîtinê me li gel wezareta derveya Rûsya û Tirkîyê herdû alî kar dikin bo rawestandina şer. Di dauyanîyê dawîyê ya rûniştninê Astane de tiştek nêzîk ji rewestandian şer dê têde bihê nivîsandin. Em bi hev re kar dikîn ku şer bihê rawestandin.

Li ser destûrê jî nakokî gelek hebûn li ser navan, lê niha hinek pêşkevtin heye. Pirsek din jî hebû li ser destûr, erê destûra 2012 dibe bingeh bo gotûbêjan yan destûrek nû divê bihê nivîsandin? Em wek opezisyon dibêjîn gereke destûrek nû bihê gotûbêjkirin, lê rijêm dibêje divê destûra 2012 hinek guhertinan têde bikin. Ev dû mijarên sereke yên ankokîyan in, lê Rûsya wek nêzîk ji rijêmê ji me re gotîye nêzîk ew pirsgirêk namînin.