Pispor: Tirkiye mercên HSDê qebûl nake
Mazlûm Kobanî di hevpeyvînekê de gotibû, ew bi şertî qayîl in ku Tirkîye bi merc beşdarî herêma aram bibe.
K24 – Enqere
Karvedanên daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) Mazlûm Kobanî didomin. Kobanî di hevpeyvînekê da gotibû, ew bi şertî qayîl in ku Tirkîye beşdarî herêma aram bibe. Niha herî zêde helwest û bersiva Enqereyê tê meraqkirin. Lê belê pisporên Tirkîyeyê dibêjin, di van şert û mercên heyî da ne pêkan e ku Enqere şertên HSDê qebûl bike. Her wiha pisporên nêzî hikûmetê ne dibêjin, wê Tirkîye bi serê xwe herêma ewle ava bike û wê di payîzê da jî êrîşî Rojava bike.
Fermandarê Giştî yê HSDê di hevpeyvîneke bo medyaya Erebî da got, ew razî ne Tirkîye beşdarî li avakirina Navçeya Aram bike, lê bi mercekê ku Tirkiye milîs û sivîlên ku li Efrînê bicih kirine jê vekişîne. Her wiha got, ew razî ne Navçeya Aram bi kûrahiya 5 kîlometreyan ava bibe û çekên xwe yên giran jî ji wê navçeyê derxin lê bi mercê ku Tirkiye tu êrîşan pêk neyne. Karvedanên vê daxuyanîyê didomin. Gelo Enqere wê helwesteke çawa nîşanî vê daxûyanîya HSDê bide?
Li gorî pisporê Peywendîyên Navdewletî yê Sazîya KAFKASSAMê Omer Gok, Tirkîye wê vê pêşnîyazê qebûl neke û wê bi serê xwe navçeya aram ava bike.
Omer Gok ji K24ê re got: "Li gorî qanûnên Tirkîyeyê PKK û rêxistinên girêdayî wê HSD û YPG rêxistinên terorî ne. Ji loma jî her çiqas carnan Tirkîye di asta îstîxbarî da bi wan ra hevdîtinê pêk bîne jî, bi fermî hevdîtin pêk nayne. Li gorî min daxûyanîya Mazlum Kobanî ji bo ku operasyona Tirkîyeyê hinekê bê paşxistin û ji bo amadehîyên xwe hinekê wext qezenc bikin hate kirin. Lê belê wê ev hewl encam nedin û wê Enqere operasyonê rojhelatê Feratê bike."
Her wiha pispor destnîşan dikin ku Tirkîye niha bo operasyoneke ser rojhelatê Çemê Feradê hemû amadehîyên xwe dike û bi egereke mezin wê di payîzê da êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike.
Pispor Muhammed Işik dibêje: "Ev daxuyanî wek taktîkên Amerîkayê dixuyên. Dixwazin ku biryardarîya Tirkîyeyê ya bo operasyoneke ser rojhelatê çemê Feradê bişkênin. Lê belê wisa dixuye ku Tirkîye him bo avakirina herêma aram, him jî ji bo operasyonê amade ye û her çiqas pirsgirêk hebin jî wê ev kar bibe serî. Tirkîye li herêmê hêzeke mezin e û gelek kozên wê hene."
Tirkîye di encama civîna Cıvata Asayîşa Neteweyî MGKyê da li sînorê Sûrîyeyê biryara avakirina "Korîdora Aştîyê" girtibû û her wiha ev demekî ye ku hêzên leşkerî, wesaîtên zirxkirî û gelek cebilxane jî sewqî ser sînorê Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê dike.