Emerîka bi dû pêşnîyazên nû ve di civînê de ye li gel Tirkiyê
Derbarê avakirina devereke aram li Suriyê, Evro şandeke serbazîya Emerîkayê li gel berpirsên Tirkiyê civîyaye.
K24- Hewlêr
Derbarê avakirina devereke aram li Suriyê, Evro şandeke serbazîya Emerîkayê li gel berpirsên Tirkiyê civîyaye.
Ev civîn di demekê de ye, ku Tirkiyê hêzekek mezin li ser sinûrê Rojava ya Kurdistanê kom kirîye û gefa encamdan operasyoneke serbazî dike li rojhilata Firatê. Emerîkayê jî hoşdarî daye Tirkiyê ji encamdana her hêrişekê bo ser rojavaya bakaura Suriyê ku bibe metirsî li ser hevwelatîyên Emerîkî û hevpeymanên wê li wê deverê.
Nûçegihanê Kurdistan24 li Enqereyê ragehand, civîna di navbera herdû alîyan de ji demjêr 10:00 sipêdê ve dest pêkirîye û heya niha di wezareta derveya Tirkyiyê de berdewame.
Herweha nûçegihanê Kurdistan 24 got jî: Emerîkayê dû pêşnîyaz bi xwe re anîne, pêşnîyaza yekem ewe ku Devera Aram bi kûrahîya 15 Km û bi dirêjahîya 140 Km bibe. Pêşnîyaza dûyem jî ewe ku hêzên YPG di devera aram de jî namînin li û hêzên Tirkiyê û Emerîkayê li wî deverî dê bihên bicîkirin û herweha çavdêrîya deverê jî li jêr kontirola herdû alîyan dibe.