Alîgirên Heşda Şeibî rêyên sereke yên Parêzgeha Neynewa daxistin

Li dijî biryara vekişandina Heşda Şeibî li sinûrê Parêzgeha Neynewa rêyên parêzgehê ber bi Hewlêr û deverên din ji alîyê Heşda Şeibî hatin daxistin.

K24- Hewlêr

 Li dijî biryara vekişandina Heşda Şeibî li sinûrê Parêzgeha Neynewa rêyên parêzgehê ber bi Hewlêr û deverên din ji alîyê Heşda Şeibî hatin daxistin.

Hejmarek ji alî û kesûkarên perlemantar Henîn Qedo, Birayê Ewed Qedo, fermandeyê lîwa 30 ya çekdarên Heşda Şeibî, xwe nîşandan encamdan, di destpêkê de li çend deverên derdorê Mûsilê destpêkir û dûv re rêya parêzgeha Hewlêr û deşta Neynewa daxistin.

Ev piştî biryara Adil Ebdûlmehdî, serokê wezîrên Îraqê dihê bo vekişandina çekdarên ser bi lîwaya 30 ya Heşda Şeibî, ku ji pêkhateyên Turikman û Şebekên Şîee pêkhatîye.

Bi egera gifaşên Emerîka û gefên sepandina kirîza abûrî, pişkek ji serkirdeyên bilindên Îraqê, dixwazin Heşda Şeibî hilweşîinin û bikevin di nav supayê Îraqê de, lê pişkek din ji karbidestên Îraqê dijî evê pêngavê ne.