Karvedanên hevdîtina Erdogan û Bahçelî didomin
Li Tirkîyeyê piştî hevdîtina Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan û Serokê partîya netewperest MHPê Dewlet Bahçelî nîqaşên hilbiajrtineke pêşwext dest pê kir. Şîrovekarên sîyasî dibêjin, hevdîtina her du serkirdeyên Tifaqa Cumhûrê dide nîşan ku wê tifaqa AKP û MHPê bidomin û Ak Partî wê di heyama nû da bo meseleya Kurd pêngavên berbiçav neavêje. Li alîyê din tê gotin ku di hevdîtinê da mijarên revîzyona sîstema nû, guhertina kabîneya wezîran û egera operasyona rojhelatê çemê Feradê hatine axaftin.
K24- Hewlêr
Li Tirkîyeyê piştî hevdîtina Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan û Serokê partîya netewperest MHPê Dewlet Bahçelî nîqaşên hilbiajrtineke pêşwext dest pê kir. Şîrovekarên sîyasî dibêjin, hevdîtina her du serkirdeyên Tifaqa Cumhûrê dide nîşan ku wê tifaqa AKP û MHPê bidomin û Ak Partî wê di heyama nû da bo meseleya Kurd pêngavên berbiçav neavêje. Li alîyê din tê gotin ku di hevdîtinê da mijarên revîzyona sîstema nû, guhertina kabîneya wezîran û egera operasyona rojhelatê çemê Feradê hatine axaftin.
Di nav sîyaseta navxweyî ya Tirkîyeyê da karvedanên hevdîtina Serokkomarê Tirkîyeyê Tayyîp Erdogan û Serokê Partîya netewperest MHPê Devlet Bahçelî didomin. Piştî serdana Erdogan Bahçelî bang li ÎYÎ Partiyê kir ku ew vegerin nav MHPê. Hevdîtina her du serkirdeyên "Tifaqa Cumhûrê" ku cara ewil li mala Bahçelî ya li Enqereyê da pêk hat bi xwe ra gelek nîqaşan jî anî. Li gor hin alîyan serdana Erdogan bo mala Bahçelî tê wateya hilbijajrtineke pêşwext. Hin alî jî dibêjin ev serdan ji bo revîzyona sîstema nû, guhertina kabîneya wezîran û egera operasyona ser Rojhelatê çemê Feradê bû. Lê belê hêj naveroka hevdîtinê bi temamî nehatîye yekalîkirin û li gorî hin şîrovekarên sîyasî wê naveroka vê hevdîtinê wek sirreke dewletê nepenî bimîne.
Tacîre Bektaş-berpirsyara Kompanyaya DÎENê, got:"Di desthilatdarîya 17 salî ya Ak Partîyê da Erdogan kengê gotibe hilbijartina pêşwext tuneye, wê demê hilbijartineke pêşwext çêdibe. Li kulîsên Enqereyê da tê gotin ku wê di nava 2 salan da hilbijartineke pêşwext çêbibe. Jixwe rewşa aborî wiha bidome wê teqez hilbijartina pêşwext bê rojevê. Li gorî min di hevdîtina Erdogan û Bahçelî da ji bo şertên nû yên Tirkîyeyê dibe ku "Tifaqa Tirkîyeyê" hatibe axaftin. Wisa dixuye ku wê di rojên pêş da ev yek zêdetir eşkere bibe."
Li alîyê din ev demekî ye ku berdewamîya tifaqa AKP û MHPê jî di rojevê da ye. Li gorî şîrovekarên sîyasî, hevdîtina Erdogan û Bahçelî tê wateya berdewamîya Tifaqa Cumhurê û her wiha tê vê wateyê ku wê Ak Partî û Erdogan di heyama nû da ji bo meseleya Kurdî wê pêngavên berbiçav neavêje jî.
Nasir Çetîn-şîrovekarê sîyasî, dibje:"Me dixwast ku tifaqa li gel MHPê bidawî were. Lê belê wisa dixuye ku wê ev tifaq bidome. Bes Kurdên di nav Ak Partîyê da na, gelek alî ji tifaqa li gel MHPê acis in. Em dibînin ku ev tifaq zirarê dide Ak Partîyê û çiqas diçe
dibe partîyeke netewperest. Di heyama ku CHP rapora xwe ya Kurd rojane dike da, divê Ak Partî meseleya Kurd jinûve binirxîne. Lê wisa dixuye ku Ak Partî ji encamên 31ê Adarê ders negirtîye û rola Kurdan tam nedîtîye."
Piştî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an AKP û MHP nêzikî hev bûbûn û hevpeymanîya wan a berbiçav di Referandûma guhertina sîstemê ya 16ê Nîsana 2017an da xwe dabû der. Dûra her du partî bi fermî di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an û di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an da di bin banê "Hevpeymanîya Cumhurê" da beşdarî hilbijartinan bûbûn.