Heşda Şeibî li Mûsilê bo Adil Ebdulmehdî dibe asteng

Jibo hilweşandina biryara Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê li ser derkirina lîwa 30ya ser bi Heşda Şeibî ji Mûsilê, xwenîşandenek li wî bajêrî hat encamdan. Xwenîşanderan tekez kirin ku wan bo paraztina bajêrî bawerî bi çekdarên Heşda Şeibî heye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f8e0d9d4-d95a-45de-b658-fe6aeba54a55/080619JYN.ism/manifest

K24- Hewlêr

Jibo hilweşandina biryara Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê li ser derkirina lîwa 30ya ser bi Heşda Şeibî ji Mûsilê, xwenîşandenek li wî bajêrî hat encamdan. Xwenîşanderan tekez kirin ku wan bo paraztina bajêrî bawerî bi çekdarên Heşda Şeibî heye.

Li ser evê mijarê jî pişkeke mezin ji Sûnneyên Mûsilê dijî hebûna wê hêzê ne û bi dîtina wan ew kesên ku xwenîşandan li Mûsilê encam dane ji alîyê madî ve ji hebûna Heşdê sûdmendin.

Veman û derkirina Heşda Şeibî li Mûsilê, atengek din ji xelkê wî bajîrî re durist kirîye û bi ser dû enîyên yar û neyar re dabeşbûne, pişkek ji hevwelatîyên Şîee ku di nav rêzên Heşda Şeibî de ne û kêmekên Bajêrî ne, li gel vemana Heşdê ne. Ev di demekê de ye ku piranîya xelkê bajêrî Sûne ne û dijî hebûn û vemana wan hêzên Heşdê ne û wan hêzan tuhmetbar dikin bi hizra rêçkeyî û tayîfî.

Meha buhirî, serok wezîrên Îraqê daxwaz kir, di dema mehekê de çekdarên Heşda Şeibî tekilî supa û polîsên Îraqê bibin, lê heya niha ev hêz ne madene wê biryarê cîbicî bikin.