Serokê mezintirîn banda tawankarîyê li Îraqê, hat girtin
Serokê mezintirîn banda tawankarîyê li Îraqê û 25 endamên wê bandê hatin girtin,ku ser bi Heşda Şeibî bûn e.
K24- Hewlêr
Serokê mezintirîn banda tawankarîyê li Îraqê û 25 endamên wê bandê hatin girtin,ku ser bi Heşda Şeibî bûn e.
Di ragehandineke rêvebrîya Heşda Şeibî de hatîye, ku serokê mezitirîn banda tawankarîyê li Îraqê, bi navê Hacî Hemze Şemerî û 25 endamên wê bandê hatin girtin ku ser bi Heşda Şeibî bûn e.
Şemerî, serokê mezintirîn banda mafîyayî bûye, karên kuştin, radane ser mal û dukanan, bazirganîya madeyên hoşber û kirîn û firotina jinan kirîye û xwedî çendin qumarxane û cihê leşfiroşîyê bûye.
Berê jî Şemerî, çend caran amaje bi wê yekê kirîye ku piştîvanîya Heşda Şeibî dike û ji alîyê wan hêzn supasname ji wî re hatîye şandin.