Şandek serbazî ya Iraqê serdana mûsilê kir bo çareseirina pirsgirêka Heşdê

Şandek serbazî ya Iraqê û Desteya Serokatiya Heşda Şe'bî gihiştine Mûsilê

K24- Hewlêr

Serokê mezintirîn grûba tawankarî li Iraqê û 25 endamên wê grûbê, ku ser bi Heşda Şe'bî ve ne, hatine girtin.

Piştî bûyerên duhî li Mûsilê û girtina rêyên sereke ji alî çekdarên ser bi Lîwaya 30 a Şebeka, ku ser bi Heşda Şe'bî ve ye, şandek serbazî ya Iraqê û Desteya Serokatiya Heşda Şe'bî gihiştine Mûsilê, ku pêk hatiye ji Serokê Desteya Heşda Şe'bî Falih Feyaz û Cîgirê Serokê Desteyê Ebu Mehdî Muhendis , Sûpasalarê Iraqê Osman Xanmî û Cîgirê fermandarê Operasyonên hevbeş Ebidulemîr Yarela.

Ew şand, digel parêzgarê Neynewa Mensur Mer'îd û Fermandarê operasyonên Neynewa Nûman Zewbe'î di derbarê rewşa ewleyiyê wê parêzgehê de, civiyan.