HSD 37 kes li bajarê Minbic azad kirin
Hêzên Sûriya Demokrat 37 kes li bajarê Minbic azadkirin.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokrat 37 kes li bajarê Minbic azad kirin.
Medya Opozisyona Sûriyê belavkiriye, ku Hêzên Sûriya Demokrat ji koma 65 kesên girtiyan, 37 kes ji bajarê Minbic serbest berdan, ku bi tometên cuda, wekî bazirganiya çekan û pêwendiya wan bi rêxistinên terorîst re hatibûn girtin.
Ligor ku hatî belavkirin, ew kes berî du hefteyan hatibûn girtin û di nava wan de, xwendekarên zanîngehê jî, hene.