NY: Rêjîma Sûrî tawan bi derheqê 100 hezar girtî kiriye
Netewên Yekgirtî radigihîne, rêjîma Sûriyê tawan di derheqê 100 hezar girtiyên opozîsyonê di zîndanên de xwe kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî ragihand, rêjîma Sûriyê tawan di derheqê 100 hezar girtiyên opozîsyonê di zîndanên de xwe kiriye.
Birîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî Rosemary DiCarlo duhî di civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, rêjîma Sûriyê tometbar e bi tawanên qirkirinê, tundûtûjî, eşkencedan û windakirinê di derheqê 100 girtiyan de.
Birîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewetî kir, fişarê li rêjîma Sûriyê bike, ta pabendî yasaya navdewetî ya mirovî bibe û hemû girtiyan serbest berde û çarenivîsa wan ji malbatên wan re diyar bike.
Herwiha daxwaz kir, Sekreterê Netewên Giştî dosya Sûrî veguhêzîne Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike, ta lêpirsînê bi kesên tawan li dijî gelê Sûrî kirine re werin kirin û bên sizadan.
Tevî nebûna hejmareke rast, lê li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan 118 hezar girtî bi nav hene di zîndanên rêjîma Sûriyê de hene û rastî her cure eşkenceyan dibin.
S. B