Şam rêkeftina “Herêma ewle” red dike Kurdan tometbar dike
Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîkî – Tirkî ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike, ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî re bûne alav.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîkî – Tirkî ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî re bûne alav.
Jêderekî fermî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûrî ragihand, Sûriye bi yekcarî rêkeftina her du welatanê dagîrker Amerîka û Tirkiye ya bi navê “Herêma ewle” re dike. Ew rêkeftin destdirêjiya ser serweriya Sûriyê û yekperçeyîya wê û li dijî yasaya navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî ye.
Wî jêderî ragihand jî, hin aliyên Kurdî ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî bûne alavek, ew di ber vê rewşa niha de berpirsyar in û divê li siyaseta xwe vegerin û vegerin hembêza Sûriyê û artêşa Sûriyê û berevaniyê di ber serweriya Sûriyê de bikin û yekperçeyîya xak û gelê Sûriyê biparêzin.
Herwiha wî jêderî daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî şermezar bike û çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibîne.
Di çend rojên bûrî de şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê re civiyabû, duhî û piştî bidawîbûna civînan jî hate ragihandin ku Amerîka û Tirkiyê li ser avakirina “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê lihev kirine.
S. B