Supayê Îraqê bersiva raporteka Pêntagonê da

Cêgirê supasalarê Îraqê di bersiva raporta Pêntagonê ragehand: Daişê şîyana vegeranê bo Îraqê nemaye.

K24- Hewlêr

Cêgirê supasalarê Îraqê di bersiva raporta Pêntagonê ragehand: Daişê şîyana vegeranê bo Îraqê nemaye.

Ebdulemîr Reşîs Yarûllah, cêgirê supasalarê Îraqê ragehand: Herçende Daiş hinek karên teroristî li vir û li wir encam dide, lê nekare careke din bi hêz ve vegere Îraqê.

Got jî: Hizra Daişê heya niha bi dawî nehatîye û ji alîyê leşkerî ve jî, Daişê ew şîyan nemaye bandorê li ser Îraqê durist bike.

Amaje bi wê yekê jî da ku hêzên Îraqê di hewlên xwe de bo paraztina sinûrî berdewamin.

Berê jî wezareta berevanîya Emerîkayê ragehandibû ku Daiş hewila xwe rêkxistinê û berfirehkirina hejmûna xwe li Îraqê dide.