Walîyê Idlibê û serkirdeyekî dî yê DAIŞê hatin kuştin
Ji encama şer û pêkdadanên di navbera Desteya Rizgarkirina Şamê û Rêkxistîya Daişê dû serkirdeyên Daişê li Idlibê hatin kuştin ku yek ji wan walîyê wê rêkxistîyê ye li wî bajêrî.
K24- Hewlêr
Ji encama şer û pêkdadanên di navbera Desteya Rizgarkirina Şamê û Rêkxistîya Daişê dû serkirdeyên Daişê li Idlibê hatin kuştin ku yek ji wan walîyê wê rêkxistîyê ye li wî bajêrî.
Riwangeha Surî bo Mafên Mirovan belav kirîye, Desteya Rizgarkirina Şamê li deverên jê destjilata xwe li Idlibê hejmareke operasyonan li dijî şaneyên nivistîyên Daişê encam dane. Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku hêzeke wê girûpê li derdorê bajarê Silqîn li ser sinûrê Suriyê û Tirkiyê li rojava ya Idlibê bi ser malekê dadane ku endamên Daişê têde bûne û dû serkirdeyên Daişê di wê hêrişê de hatîne kuştin ku yek ji wan walîyê Daişê bûye li Idlibê.