Birîtanîya û Îran.. şerê girtin û berdana gemîyan

Desthelata Cebel Tariq ragehand, ku evro gemîya petrolhelgira Îranê, ewa ji alîyê Berîtanîya hatîye desteserkirin , dê bihêt azad kirin.

K24- Hewlêr

Desthelata  Cebel Tariq ragehand, ku evro gemîya petrolhelgira Îranê, ewa ji alîyê Berîtanîya hatîye desteserkirin , dê bihêt azad kirin.

Evro çavkanîyekê ji berpirsên Cebel Tariq ji Ajansa Royterzê re gotîye, Evro êvarê gemîya petrolhelgira "Gireys Wen" ewa nefta Îranê vediguhezt û ji alîyê Berîtanîyayê ve hatibû desteserkirin, dê bihêt azad kirin.

Wê çavkanyê ragehandîye jî, ku li gor biryara dadgehê ew gemîya desteserkirî, niha dema dîyarkirî ya dadgehê temam dibe û evro êvarê, ew gemî dê bihêt azad kirin, Îran jî wek karvedan gemîya Berîtanî desteserkiribû û ne xuyaye jî ku ew dê wê gemîyê azad bike yan na.

Ji alîyek dî ve, Navenda Karûbarên Benderên Îranê Ragehand, egera wê yekê heye ku Îran û Brîtanîya gemîyên hevdû azad bikin.

Evro alîkarê karûbarên benderên Îranê Celîl Îslamî eşkere kir, ku Brîtanîya rezamendîya xwe li ser azadkirina gemîya  "Gireys Wen" ya Îranê nîşan daye. got jî, her çende heya niha behsa azadkirinê bi fermî nîne, lê peyam dilxweşkerin. Ragehand jî, Komara Îslamîya Îranê jî piştevanîya hewlên weha dike.

Li gel evê yekê jî behsa wê yekê nekir, ka Îran dê gemîya Birîtanî azad bike yan na, ji ber ku Birîtanîya berî niha pêşnyaza bi hev gohertina gemîyan kiribû, lê Îranê red kiribû.