Emerîka: Me sê armanc hene di danûstandinên xwe de li gel Tirkiyê

Peyivdarê Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) ragehand, rêkeftina devera aram ya di navbera wan û Tirkiyê de li ser sê armancên sereke hatîye pêkanînin.

K24- Hewlêr

Peyivdarê Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) ragehand, rêkeftina devera aram ya di navbera wan û Tirkiyê de li ser sê armancên sereke hatîye pêkanînin.

Şon Robêrtson, peyivdarê wezareta Berevenîya Emerîkayê di hevdîtinekê de li gel kenaleka Erebî raghand, têghêjtina wan Tirkiyê derbarê avakirina devera aram li bakura rojhlata Sûriyê di destipêk de ye û heya niha bi dawî nehatîye.

Got jî: Hêj  gelek hûrgulyên wê rêkeftinê mane û  danûstandinên wan bi berpirsên Tirkiyê re di wê derbarê de  berdewamin .

Amaje bi wê yekê jî kir ku hevahengîya di navbera wan û Tirkiyeyê de bo pêkanîna sê xalane, ew jî: Têkdana metirsyên Tirkiyê ne  li ser sînor. Herweha peydakirina aramîyê ye li bakura rojhlata Sûriyê daku Da'ş careke din nevegere. Sêyem jî li ber çavgirtina mercên tevahîya hevalbendên wane di vê derbarê de.