Komisyûn dawî dema tomarkirina navên alîyên sîyasî destnîşan dike
Komisyona Bilinda Helbijartinên Îraqê, roja 1/10/2019 wek dawî roj destnîşan dike bo tomarkirina navên alîyên sîyasî yên pişikdar dibin di helbjartina Civata Parêzgehên Îraqê.
K24- Hewlêr
Komisyona Bilinda Helbijartinên Îraqê, roja 1/10/2019 wek dawî roj destnîşan dike bo tomarkirina navên alîyên sîyasî yên pişikdar dibin di helbjartina Civata Parêzgehên Îraqê.
Hazim Rudeynî, endamê Civata Komisyona Bilinnda Serbixwe helbijartinên Îraqê, tekez kir ku pêwîste part û alîyên sîyasî berî 1/10/2019 navên xwe li Komisyonê tomar bikin bo pişikdarîyê di helbijartinên Civata Parêzgehan de.
Ew endamê Komisyonê got jî: Ew roj dawîn deme bo tomarkirina navên wan alîyên sîyasî ku dixwazin pişikdarîyê di helbijartinê de bikin.
Biryare meha Nîsana sala Dahatî, helbijartinên parêzgehan li tevaya parêzgehên Îraqê bihên encamdan.