Emerîkayê fermana girtina gemîya petrolhelgira Îranê derxist
Dageheka Emerîkayê fermana girtina gemîya petrolhelgira Îranî (Gireys Wen) derxist.
K24- Hewlêr
Dageheka Emerîkayê fermana girtina gemîya petrolhelgira Îranî (Gireys Wen) derxist.
Serdozgerê giştî yê Waşitunê, sikalayeke hikumeta Emerîkayê bo girtina gemîya petrolhelgira Îranê Gireys Wen vexwînd û amaje bi wê yekê kir ku wê gemîyê nêzkî dû milyon Bermîla petrolê helgirtîye û vîyaye bi qaçax bibe Suriyê; lew divêt bihêt girtin.
Ev biryara dadgeha Emerîkayê di demekê de ye, roja Pêncşembîya burî, hikumeta Cebel Tariq, ku herêmeke ser bi Birîtanyayê ye, biryara azadkirina wê gemîyê dabû û gemîyê dest bi livînê kirîye bo hêlana lêvarên Cebel Tariq.
Di dema girtina wê gemîyê ji alîyê Birîtanîyayê ve, Emerîkayê destxweşî li Birîtanîyayê kir û Tehranê jî ev pêngav bi kareke neyasayî da nasîn û wek karvedan jî, Îranê gemîyeke Birîtanî girt.