Firansa êrîşa Surîyê bo ser kampa awareyan şermezar kir û daxwaza rawestandina şerî dike
Firansa êrîşa Surîyê bo ser kampa awareyan li derdora Idlibê şermezar kir û daxwaza rawestandina şerî jî dike.
K24- Hewlêr
Firansa êrîşa Surîyê bo ser kampa awareyan li derdora Idlibê şermezar kir û daxwaza rawestandina şerî jî dike.
Wezareta Derve ya Firansayê êrîşa duhî ya artêşa Suriyê bo ser kampa awareyan li derdora Idlibê şermezarkir û daxwaz ji alîyên şerker kir ku şerê xwe li parêzgeha Idlibê bi zûtrîn dem rawestînin bo parztina jiyana welatîyên sivîl li wê parêzgehê û derdora wê.
Duhî Rewangeha Suriyê ya Mafê mirovan ragehandibu, ku frokeyên Rûsyayê kampeke awareyan li derdûra gundê Has yê Idlibê bombebaran kirîye, di encam de 13 welatîyên sivîl hatîne kuştin ku çar ji wan zarokin zaro ne.