Îsrayîl li ser rezmendîya Emerîka û Rusyayê pêgehên Heşda Şeibî li Îraqê dike armanc

Emerîka û Rûsya rêkkevtine li ser rêdanê bi hêrişên firokeyên cengîyên Îsrayîlê bo ser bingehên Heşda Şeibî li Îraqê, bi wê mercê Îsrayîl berpirsînîya xwe ji wan hêrişan neragehîne. Çavkanîyeke diplomasî yê rojavayî bo mêdyayayn aşkere kirîye, meha Xizîrana burî, her yek ji şîretmendên asayîşa neteweyîya Emerîka, Rusya û Îsrayîlê rêkkevtine li ser paraztina asayîşa Îsrayîlê li beranber welatên deverê.

K24- Hewlêr

Rojnameya Şerquewset, çapa Lendenê, li ser zimanê çavkanîyeke dîplomasîyê rojavayî belav kirîye, civîba berpirsên Emerîka, Rûsya û Îsrayîl li ser pirsa parastina asayîşa Îsrayîlê bûye ji Îraqê û Suriyê. Li bernaber evê yekê jî Rusya li deverê vemîne û renge Emerîkayî jî xwe vekişîn in.

Çavkanîyê aşkera kirîye, Waşitunê ronahîya kesik bo firokeyên Îsrayîlê helkirîye, bi mecekê zîyanê negehîne hebûna wan li Îraqê, ev pêngav jî di çarçoveya givaş xistine ser îranê ye li deverê.

Di dema burî de, hejamreke serbazgehên çekdarên Heşda Şeibî li parêzgehên naverasta Îraqê hatin teqîn û berpirsên Heşdê jî, firokeyên cengîyên Îsrayîlê bi encamdana hêrişan bo ser wan serbazgehan tuhmetbar dike.