Li gundê Basûtê yê Efrînê 2 kes hatin revandin
Grûpên çekdar ên li Efrînê li gundê Basûtê endamekî Encûmena Xwecihiya gund û jinekê direvînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê li gundê Basûtê endamekî Encûmena Xwecihiya gund û jinekê direvînin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpeke çekdar endamê Encûmena Xwecihî ya gundê Basûtê Mihemed Ehmed Xidir revandin û niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Wî jêderî da zanîn jî, her gundê Basûtê roja 19ê vê mehê grûpa Polîsa Leşkerî û hêzên Tirkiyê jina bi navê Zêneb Ehmed Betal li rêbenda gund revand û ta niha jî çarenisîva wê ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ta niha bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û hîna çarenivîsa beşeke mezin jî revandiyan ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan, dizî û talankirin mal û milkên xelkê ew e, Efrînî neçar bibin koçber û derbider bibin û plana guhartina demografî bicih bikin.

S. B