Helwêsta Partîya Saadetê beranber danîna qeyuman çiye?

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li dijî ji kar dûrxistin a 3 hevşaredarên HDP û li cihê wan destnîşankirina qeyûmanberdewam dikin. Serok û berpirsên Partîya Saadetê, ku hevpeymanê "Tifaqa Milletê" ye, li dijî qeyûman derdikevin û dibêjin, "kiryarên wiha çareserîya pirsa Kurdî dijwartir dikin."

K24- Enqere

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li dijî ji kar dûrxistin a 3 hevşaredarên HDP û li cihê wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. Serok û berpirsên Partîya Saadetê, ku hevpeymanê "Tifaqa Milletê" ye, li dijî qeyûman derdikevin û dibêjin, "kiryarên wiha çareserîya pirsa Kurdî dijwartir dikin." Herwiha Serokê Partîya Saadetê, liser pirsa peyamnêrê Kurdistan24 jî got, "ew niha nafikirin, ku şandeyan bişînin bajarên qeyûm lê hatine danîn û niha plana wan nîn e, ku seredana HDP bikin."

Rojeva sereke ya partîyên sîyasî û raya navxweyî ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê meseleya Kurdî, ji kardûrxistina 3 hevşaredarên HDPê û li dewsa wan destnîşankirina qeyûman e.Di vê çarçoveyê da gelek partî, alî û sazîyên mixalîf û demokrat li dijî qeyûman derdikevin. Yek ji partîyên ku li dijî politikaya qeyûman derdikeve Partîya Saadetê ye ku di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an da dinav "Tifaqa Milletê" ya ku serperştîya wê CHP û Partîya ÎYÎyê dike da cihgirtibû ku niha li parlamenaTirkîyeyê xwedîyê 2 kursîyan e.

Serokê Giştîyê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu yê ku biryara qeyûman şaş û derhiqûqî dibîne, li ser pirsa Kurdistan24ê ya; "gelo di rojevawe da şandina şandeyan bo bajarên lê qeyûm danî û ji bopiştevanî û gotûbêjan hûn di fikirin ku di rojên pêş da serdana HDPê bikin" got, "ji bo ku li dijî îqtidarê hevrikî û bend bendî çênebe em nafikirin ku niha bi HDPê ra bicivin."

Temel Karamollaoglu-Serokê Giştîyê Partîya Saadetê, dibêje:"Li Tirkîyeyê desthilatdar mesafeyê dixe navbera xwe û HDPya ku dibêje em mesele ya Kurdan bi prosedorên demokratîk çareser bikin. Ev helwesteke şaş e. Em her daîm bi birayên xwe yên Kurd ra di nav peywendîyan da ne. Hewce bike em bi partîyan ra jî dicivin û mijaran gotûbêj dikin. Lê belê niha em ji ber ku bend bendî çênebe bi HDPê ra nacivin. Kurd unsurên eslîyên Tirkîyeyê ye divê rêz û hûrmet ji mafên wan yên demokratîk ra bên girtin."

Li alîyê din Cîgir Serokê Partîya Saadetê Bîrol Aydinjîdibêje, destdanîna ser şaredarîyên HDPê wê kêşeya Kurdî aloztir bike. Ligorî Aydin, desthilatdar tiştên ku berê tecrûbe kiriye û jê tu encameke erênî bi dest nexistîye careke din diceribîne û di encamê da jî gelê Kurd jî gelê Tirk jî ji vê yekê bêzar dibe.

Bîrol Aydin-Cîgir Serokê Partîya Saadetê, got:"Gotineke pêşîyan heye dibêje; Tiştê ku berê hatibe tecrûbekirin, careke din nayê tecrûbekirin.Heta vê rojê civat ji van kiryarîyan tu feydeyeke nedîtî ye. Em mecbûr in ku di nav civatê da aştî û aramîyê pêkbînin. Kiryarîyên wiha yên wek destnîşankirina qeyûman kêfî û nehiqûqî ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Li alîyê din ji bo meseleya Kurdî mafên bingehîn divê nebe mijara bazarî û nîqaşê."

Partîya oldar Saadetê dihilbijartinên dawîyên giştî da ji bo meseleya Kurdî pêşnîyaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kiribû û her wiha serokê heman partîyê di civîna partîya xwe ya Amedê da jî gotibû ku"ez wek şexsî li dijî bikaranîna peyva Kurdistanê nîn im".