Yunanistanê rê neda keştiya Îranî, niha ber bi Tirkiye ve diçe
Keştiya petrolhilgir a Îranî, ku ji alî Cebel Tariq ve hate azadkirin, xwest ber bi Yunanistanê ve biçe, lê ev daxwaz ji alî Yunanistanê ve hate redkirin. Keştî niha ber bi Mersîn a Tirkiye ve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Keştiya petrolhilgir a Îranî, ku ji alî Cebel Tariq ve hate azadkirin, xwest ber bi Yunanistanê ve biçe, lê ev daxwaz ji alî Yunanistanê ve hate redkirin. Keştî niha ber bi Mersîn a Tirkiye ve diçe.
Ligor malpera Marine Traffic, keştiya Adrian Darya (navê xwe piştî destdanîn a ser guhert. Navê keştiyê yê berê Grace1 bû) bi barê petrol Îranî xwest bigihe berav a Kalamata ya Yunanistanê, lê destûr wernegirt. JIber vê yekê, keştiyê berê xwe da berav a Mersînê ya Tirkiye.
Amerika daxwaza ji hevpeymanên xwe kiriye, ku dest deynin ser keştiyê. Jiber ku, di bin kontrola Pasdarên Îranê de ye, ku Amerika bi terrorist pênase kiriye.
C.B