Hêzên Hevpeyman:Em berdewam dibîn li ser piştevanîkirina HSDyê

Berpirsê hêzên Hevpeymanan li Suriyê ragehand, ew dê berdewam bibin li ser piştevanîkirina HSDyê û kar jî li ser ewlehîya sinorê li gel Tirkiyê dê bikin.

K24- Hewlêr

Berpirsê hêzên Hevpeymanan li Suriyê ragehand, ew dê berdewam bibin li ser piştevanîkirina HSDyê û kar jî li ser ewlehîya sinorê li gel Tirkiyê dê bikin.

Berpirsê hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletîya dijî Daşê ceneral Nîkolas Bont di gutara xwe de li cvîna salane ya HSDyê,  li bajarê Hesekê  ragehand,  Hêzên Hevpeyman di alîkarîkirina Hêzên Suriya Demokrat û perwerdekirina wan de dê berdewam bibe.

Navhatî got jî, derbarê ewlekarîya Sinûran, hêzên wan li gel Tirkiyê  rêkkevtine  û ji îro û paşve ti metrisî ji alyê Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat  ve nabin. Tekez jî kir, eger her êrîşek bê hevahengî li gel wan bihêt kirin, bandora wê li ser şerê Daişê dê hebe.