Hêzên Hevpeyman:Em berdewam dibîn li ser piştevanîkirina HSDyê
Berpirsê hêzên Hevpeymanan li Suriyê ragehand, ew dê berdewam bibin li ser piştevanîkirina HSDyê û kar jî li ser ewlehîya sinorê li gel Tirkiyê dê bikin.
K24- Hewlêr
Berpirsê hêzên Hevpeymanan li Suriyê ragehand, ew dê berdewam bibin li ser piştevanîkirina HSDyê û kar jî li ser ewlehîya sinorê li gel Tirkiyê dê bikin.
Berpirsê hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletîya dijî Daşê ceneral Nîkolas Bont di gutara xwe de li cvîna salane ya HSDyê, li bajarê Hesekê ragehand, Hêzên Hevpeyman di alîkarîkirina Hêzên Suriya Demokrat û perwerdekirina wan de dê berdewam bibe.
Navhatî got jî, derbarê ewlekarîya Sinûran, hêzên wan li gel Tirkiyê rêkkevtine û ji îro û paşve ti metrisî ji alyê Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat ve nabin. Tekez jî kir, eger her êrîşek bê hevahengî li gel wan bihêt kirin, bandora wê li ser şerê Daişê dê hebe.