Hevpeymanîya Fetih kar dike bo helweşandina rêkkevtina sitrtîcî di navbera Îraq û Amerîkayê de
Hevpeymanîya Fetih di Encûmena nwênerên Îraqê de kar dikin bo helweşandina rêkkevtina sitratîcî di navbera Îraq û Amerîkayê de.
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Fetih di Encûmena nwênerên Îraqê de kar dikin bo helweşandina rêkkevtina sitratîcî di navbera Îraq û Amerîkayê de.
Mehemed Beldawî, endamê Civata Nwênerên Îraqê ji Hevpeymanîya Fetih ku Hadî Amirî, serkirdeyê Rêxistîya Bedir a ser bi Heşda Şeibê ve serkirdatîya wê dike, aşkera dike di werza sêyema yasadananê de kar dikin bo helweşandina rêkkevtina sitraticî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de.
Evî perlematarê Hevpeymanîya Fetih got jî: Li gor rêkkevtinnameya di navbera Waşitun û Bexdayê de heye, pêwîste Amerîka di paraztina asmanê welatî de hevkarîya Îraqê bike, belê Amerîka Pabend nebûye lew pêdivîye ev rêkkevtinnam e, bihêt helweşandin.