Esayîb Ehlulheq gefan li hikumeta Îraqê û Amerîkayê dike
Perlemantarekê ser bi mîlîşyayê Esayîb Ehlulheq, daxwaz ji hikumeta Îraqê dike , hêzên Amerîkayê haydar bike ku bi zûtirîn dem ji axa Îraqê derkevin.
K24- Hewlêr
Perlemantarekê ser bi mîlîşyayê Esayîb Ehlulheq, daxwaz ji hikumeta Îraqê dike , hêzên Amerîkayê haydar bike ku bi zûtirîn dem ji axa Îraqê derkevin.
Hesen Salim, Endamê Civata Nwênerên Îraqê, gefan li hikumeta Îraqê dike û dibêje: Eger Îraq wî karî neke , Em bi xwe bi bikaranîna çek û hêzê wî karî dikîn.
Ew perlemantar di ragehandinekê de dibêje: Piştî ragehandina fetwaya Ayetûllah Seyîd Kazim Husênî Hayîrî, ew ferwaya taybet bi berengarbûna Amerîkayê, niha li ser Me pêwîst bûye û ferze, Em kar li ser derkirina hêzên Amerîkayê ji axa welat bikîn. Pêwîste hikumeta Îraqê jî, di dmeke kêm de hêzên Amerîkayê haydar bike û serbaz û keristeyên xwe yên serbazî ji welat bibin derve.
Hesen Salim dibêje jî: Eger Amerîkayî xwe nevekişînin, dibin armanca çekên berengarvanên Îslamî û di destpêkê de jî, ji balyozxane û konsilxane û baregehên wan dê dest pê bike. Êdî bîyanûyên wan bi ser me re nabuherin. Me êdî rahînan, piştîvanî û veguhaztina şarezyî ya wan nevên.
Bi egera burdûmankirina hejmareke bingehên Heşda Şeibî ji alîyê firokeyên bê firokevan, ku dibêjin mûşekên Îranî li wan bingehan hatîne danîn, gelek rexne arasteya Amerîkayê hatyîye kirin ji alîyê Îraqê ve û hêzên Amerîkayê tuhmetbar dikin bi wê yekê ku sîxurîyê li ser bingehên wan dikin bo berjewendîya Îsrayîlê.
Herçende heya niha Îsrayîlê bi fermî berpirsînîya xwe ji wan burdûmanan ne ragehandîye, lê red jî nekirîne. Ev jî bûye cihê nîgeranîya mîlîşîyayên Heşdê li hindûr Îraqê û li ba Îranê jî.
Berê jî, Binyamîn Natinyaho, serok wezîrên Îsrayîlê ragehandibû, mîlîşîyayên Îranê li ti cihekî parzêtî nîne. Tekez jî kiribû, ku supayê welatê xwe serpişik kirîye li burdûmankirina çekdarên nêzîk ji Îranê, vêca li her direkê bin.