Rûbirûbûneke dijwar di navbera Heşd û Daişê li Xaneqînê rûda

Supayê Îraqê hejmareke molgehên Enbarê burdûman kir û li Xaneqînê jî şereke dijwar di navbera Daişê û Heşda Şeibî rûda.

K24- Hewlêr

Supayê Îraqê hejmareke molgehên Enbarê burdûman kir û li Xaneqînê jî şereke dijwar di navbera Daişê û Heşda Şeibî rûda.

Şane ya ragehandina cengî ya Îraqê, belav kirîye, di çarçove ya operasyona Nesir di bîyaban û deverên sinûrîyên Enbar, hejmareke pêgeh û veşargehên çekdarên Daişê hatîne burdûman kirin û ew operasyon berdewame  bi armanca bidawîhînana liv û bizavên Daişê.

Ji alîyeke dî ve, nûçeggihanê Kurdistan24 ragehand: Direngê şeva burhirî li gundê Mehemed Şîrbeg, li sinûrê Xaneqîn, şereke dijwar di navbera Heşda Şeibî û Daişê rûdaye û zîyanên wê ne xuyane.

Hewagirîya Fewca Xaneqîn ya Heşda Şeibî jî belav kirîye ku ddirengê şeva buhirî, wan hewleke Daişê pûçkirine ku dixwaztin bikevin nav xanqînê.