Fetih: Burdûmankirina Heşdê ji alîyê Îsrayîlê ve, ragehandina cenge li dijî Îraqê
Hevpeymanîya Fetih, burdûmankirina Heşda Şeibî ji alîyê Îsrayîlê ve bi ragehandina ceng li dijî Îraqê dizen û berpirsyartîya wê jî dixwe stûyê Emerîkayê û Hevpeymanên Nêvdewletî .
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Fetih, burdûmankirina Heşda Şeibî ji alîyê Îsrayîlê ve bi ragehandina ceng li dijî Îraqê dizen û berpirsyartîya wê jî dixwe stûyê Emerîkayê û Hevpeymanên Nêvdewletî .
Di ragehandinekê de, Hevpeymanîya Fetih, bi serokatya Hadî Amirî belavkirîye, ku ew bi tundî burdûmanên Îsrayîlê bo ser cibexaneyên Heşda Şeibî û serbazgehên wan şermezar dikin û heya kar gehiştîye wê radeyê jî serkirdeyên Heşdê jî burdûman dikin.
Di wê ragehandinê de, amaje bi wê yekê hatîye kirin: Bi armanckirina yek ji serkirdeyên Heşda Şeibê li Qayîm, pêngaveka metirsîdare ji alîyê Îsrayîlê dijî Heşdê û pêkhate û serkirdeyên wê.
Herweha Hevpeymanîya Fetih ragehandîye: Mafê Heşda Şeibî bo bersivdana wan hêrişan paraztîtîye û pêwîste Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî Daişê û bi taybet Emerîka berpirsyartîya temam a wan burdûman bixin stûyê xwe de.
Herweha di ragehandinê de hatîye, Ev burdûmanê hanê bi ragehandina ceng li dijî Îraq, gelê wê û serwerîya wê dihêt zanîn.
Ji alîyeke din Hevpeymanîya Nesir daxwaz ji hikumeta Îraqê kirîye berpirsyartîya xwe ji paraztina serwerîya axa Îraqê bicih bihîne.
Amaje bi wê yekê jî daye ku alozbûna rewşê di berjewendîya kesê de nîne.