Emerîka: Piştevanîya operasyonên Îsrayîlê li Sûriyê dike

Emerîka: Piştevanîya operasyonên Îsrayîlê li Sûriyê dike

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê, piştevanîya welatê xwe nîşan da bo operasyonên Îsrayîlê li Sûriyê.

Li gor daxuyanyeke wezareta derve ya Emerîkayê, şeva bûrî wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayik Pompêyo derbarê burdûmanên Îsraîl yên vê dawyê li Sûriyê peywendeyeke telefonî li gel serokwezîrên Îsrayîlê Binyamên Natinyaho encma da .

 Pompêyo piştevanîya mafê Îsrayîlê kir bo berevanîyê ji xwe û parastina xwe ji gefên supayê pasdaran. Herweha piştgirya gavên Îsrayîlê kir bo rêgirtinê ji her hêrîşekê li ser Îsrayîlê.

Li gor ku hatîye belavkirin, herdû alîyan behsa çawanîya berifrehbûn û bihêzbûna bingehên Îranî li Sûryê kirine û Natinyaho rijtbûna xwe li ser bi armanckirina bingehên Îranî li her deverekê nîşan da.