Ji encama burdûmanên Sûriyê û Rûsyayê, 8 sivîl hatin kuştin

Ji encama burdûmanên artêşa Sûriyê û Rûsyayê, 8 welatîyên sivîl li başûrê Idilbê hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Ji encama burdûmanên artêşa Sûriyê û Rûsyayê, 8 welatîyên sivîl li başûrê Idilbê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku artêşa Sûriyê komkujîyek li gundê Tel Minis, ya ser Mieret Elnûiman ve pêkanîye û herî kêm 7 welatyên sivîl hatine kuştin û hejmareke din jî brîndarbûne.

 Herweha Rewangehê belavkirîye, ku  ji encama êrîşên li ser gundê Helbeyê li başûrê Idilbê jî welatyeke sivîl hatîye kuştin.

Rewangehê amaje bi kuştîyên çekdarên dijberya Sûriyê û artêşa Sûriyê jî kirye û  li gor rapora  wê, 31 çekdarên dijberîyê û 22 serbazên artêşa Sûriyê û mîlîşîyatên pêve grêday li heman navçeyê hatîne kuştin.