Erdogan û Trump derbarê rewşa Sûriyê de axivîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke têlefonî de dawî pêşhatên li Sûriyê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke têlefonî de dawî pêşhatên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan û Trump ji xeynî meseleyên dualî li ser geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan ji bona gavên ku di Civîna G-7ê ya li Fransayê da di mijara Îranê da hatin avêtin û ji ber ku Davîd Satterfieldê Balyozê Amerîkayê dest bi wezîfeyê kir kêfxweşiya xwe diyar kir.

Hat diyarkirin Erdogan û Trump careke din gotin ku dixwazin hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî û li hev kirin ku li Îdliba di bin êrîşên rejimê da ye sivîl bên parastin û ji bona rewşa sivîlan xera nebe hevkarî bidome.

 

S. B