Natinyaho: Cihê daxê ye Em li Îraqê berengarî Îranê dibîn

Binyamîn Natinyaho, serok wezîrên Îsrayîlê, heya radyeke îtarf kir ku ewan baregehên nwênerînîya berjewendî Îranê dikin li Îraq û Suriyê kirîne armanc.

K24- Hewlêr

Binyamîn Natinyaho, serok wezîrên Îsrayîlê, heya radyeke îtarf kir ku ewan baregehên nwênerînîya berjewendî Îranê dikin li Îraq û Suriyê kirîne armanc.

Serok weîzrên Îsrayîlê,  rasterast di rûpela xwe ya taybet di tora civakîya Feysbûkê got: Her tişt dikim daku asayîş û aramî dewleta me ji hemû alîyan ve biparêzim, li  bakûr bernber Hizbûllah a Lubnanê, li Suriyê beranber Îran û Hizbullah, cihê daxê ye li Îraqê jî beranebr Îranê.

Natinyaho got jî: Em bi îslamîya tundrew hatîne dorpêçkirin ku Îran serperiştîya wan dike.

Herweha heftîya buhirî, serok wezîrên Îsrayîlê îtraf kir ku supatê Îsrayêlê hêriş kirye ser çend bingehên serbazî li Îraqê û got: Ew cihên hatîne burdûman kirin baregehên Îranîyan bûn û supa jî bi temamî azade ka çawa reftarê dike û fermanan diderxîne daku pîlanên Îranê pûç bike.

Ji alîyeke dî ve, berpirsên Heşda Şeibî, aşkera dike, ji  vekolînên wan xuyaq bûye, Îsrayîlê burdûmana ser cibexaneyên Heşda Şeibî encam dane.

Ehmed Esedî, serkirde li Heşda Şeibî û hevdem gotebêjê hevpeymanîya Fetih di hevpeyvîneke rojanamevanî de ragehandîye: Vekolînên hikumeta Îraqê gehane wê encamê ku Îsrayîlê ew hêriş encmadane û belgeh jî li ber destên wan in.