Li Mûsil pisporeke Amerîkî canê xwe ji dest da

Bi sedema teqîna bombeyekê, pisporek Amerîkî, yê warê rakirina mayinan, li Mûsilê canê xwe ji dest da.

K24- Hewlêr

Bi sedema teqîna bombeyekê, pisporek Amerîkî, yê warê rakirina mayinan, li Mûsilê canê xwe ji dest da‌.

Çavkaniyek ewlehiyê li Parêzgeha Neynewa ragihand, di dema hewldan bo jinavbirina bombeyek çandî li gundê Tel Şe'îr li bajarokê Geyare yê başûrê Mûsilê, bombeyek bi şarezayek rakirina mayinan de teqiya û yekser canê xwe ji dest da‌.

Meha Tebax a borî jî, serbazek Amerîkî li navçeyeka bakûrê Mşsilê hatibû kuştin, ku wekî şêwirmend digel Hêzên Ewlehiya Iraqê kar dikir.