Rakan Cibûr ji alîyê dadgehê ve hat gazîkirin

Evro careke din Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re bi egera keysên wî yên gendelîyê bi zeyerkirina samanê giştî, bo cara dûyem li pêş dadwerê vekolînê li dadgeha Kerkûkê amadebû û vekolîn li gel hat kirin.

K24- Kerkûk

Çavkanîyekî li dadgeha Kerkûkê bi Kurdistan24 re ragehand: Piştî ku meha buhirî, Rakan Cibûrî  bi kefalet hat azadkirin, evro careka dî li ser sikala ya Dîlan Xefûrî, perlemantarê Kurd di civata nwênerên Îraqê de careke dî ji alîyê dadgeha Kerkûkê ve hat gazîkirin.

Her wî çavkanî aşkere kir, piştî 3 demjmêran ji vekolînê, dadgehê danîştin bo demeke dî bi dawî xist.