350 hezar zarok li Sûriyê bê xwendin dimînin
Rêxistina Parastina Zarokan (Save The Children) ragihand, di werzê nû yê xwendinê de 350 hezar zarok li Sûriyê ji xwendinê bêpar dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Parastina Zarokan (Save The Children) ragihand, di werzê nû yê xwendinê de 350 hezar zarok li Sûriyê ji xwendinê bêpar dibin.
Rêxistina Parastina Zarokan di raportekê de belav kir, ji ber operasyonên leşkerî û şer li bakurê rojavayê Sûriyê, bi destpêkirina werzê xwendinê re li Sûriyê metirsî li ser xwendina bi hezaran zarokan li bakurê rojavayê Sûrî heye.
Li gor wê rêxistinê, ji 1193 dibistanan tanê 635 dibistan di kar de ne û dikarin pêşwazî li zarokan bikin û wan bi xwendin bidin û 353 dibistan jî ji kar derketine.
Wê rêxistinê da zanîn, dibistanên di kar de ne, tenê dikarin 300 hezar zarok werbigirin û dê 350 hezar zarok jî ji xwendinê bêpar bimînin.
Herwiha gotiye, malbatên zarokan naxwazin dibistan li wê herêmê vebin, ji ber ku metirsî li jiyana zarokan heye.
Biryar e bi dawiya meha Îlonê re werzê xwendinê li Sûriyê destpê bike, lê ji encama şer û pevçûnan li parêzgeha Idlibê û bakurê Hemayê nîvê dibistanên ji kar derketine.
S. B