Hevpeymaniya Navdewletî û HSD gerek hevbeş a çavdêriyê encam dan

Hevpeymaniya Navdewletî û HSD gerek hevbeş a çavdêriyê li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê encam dan.

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî û HSD gerek hevbeş a çavdêriyê li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê encam dan.

Hevpeymaniya Navdewletî û Civata Leşkerî ya Serêkaniyê ya ser bi Hêzên Sûriya Demoqrat ve, gerek hevbeş ya çavdêriyê ji bajarokê Thlaf heta rojavayê Serêkaniyê encam dan. Duhî jî, li bajarê Girêspî jî, gerek hevbeş hatibû encamdan. Ev yek piştî vekşandina YPG ji ser sînorê ligel Tirkiyê  tê. Herweha di çarçoveya Rêkeftina parastina ewlekariya sînorê Tirkiyê de ye.