Emerîka: Nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên HSDyê de hene

Wezîrê bergirîyê Emerîkayê raghand, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên Hêzên Suriya Demokrat (HSD) da hene.

K24- Hewlêr

Wezîrê bergirîyê Emerîkayê raghand, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên Hêzên Suriya Demokrat (HSD) da hene.

Mark Êspir raghand, pêwîste Birîtanîya û welatên din yên Ewrupî bi berpirsyaretîya xwe rabin derbarê hewandina çekdarên Daişê yên bîyanî.

Bi gotna wî, nêzîkî dû hezar çekdarên Daişê yên bîyanî di zîndanên HSDyê de girtîne û hebûna wan li bakurê rojavayê Sûriyê cihê metirsîyê ye.

Got jî: Ew li gel hevtayê xwe yê Brîtanî behsa vê mjarê dê bike û daxwaz ji Birîtanîyayê dê bike ku çekdarên xwe yên  Birîtanî ji Sûriyê veguhêze.

Li gor hinek amaran di navbera 250-300 çekdarên Daişê yên Birîtanî di zîndanên Rêveberîya Xweser de hene.