Otombêlên Tirkiyê bo herêma ewle gihîştin ser sînor

Wesaîtên leşkerî yên Tirkiyê yên ji bo çavderîkirina herêma ewle, gihiştin bajarokê Akçakaleyê yê ser sînorê Sûriyê û li hember bajarokê Girê Sipî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wesaîtên leşkerî yên Tirkiyê yên ji bo çavderîkirina herêma ewle, gihiştin bajarokê Akçakaleyê yê ser sînorê Sûriyê û li hember bajarokê Girê Sipî.

Biryar e sibe 8ê Îlonê di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de çavderiya hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê destpê bike. Ji bo vê armancê, wesaîtên leşkerî yên Tirkiyê yên ji bo çavderîkrina herêma ewle, gihiştin bajarokê Akçakaleyê.

Li gor zanyariyan, karwana leşkerî ji 15 wesaîtên zirxpoş pêk tê û derbasî herêma leşkerî li ser sînor bûn.

Ev yek di demekê de duhî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî gereke hevbeş li navçeyê kir û dest bi rakirina komên axê yên nêzîkî sînorê Tirkiyê Sipî kiribûn.

 

S. B