DAIŞê navçeyeke bihnvedanê li Iraqê dirust kiriye

Berpirsekî Iraqê aşkera kir, çekdarên DAIŞê di navbera 3 parêzgehan de cihekî aram ji bo xwe dirust kirine û hikûmeta Iraqê jî tometbar dike ku rê bi wê yekê daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Iraqê aşkera kir, çekdarên DAIŞê di navbera 3 parêzgehan de cihekî aram ji bo xwe dirust kirine û hikûmeta Iraqê jî tometbar dike ku rê bi wê yekê daye.

Serokê Encûmena Nahiya Uzêm a ser bi parêzgeha Diyale ve Mihemed Zêfan ji ajansa “alghadpress” a Iraqî re ragehand, navçeyên Mitîbîce û Meyte yên di navbera parêzgehên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê de bûye cihê bihnvedana DAIŞê û bi azadî digerin.

Mihemed Zêfan dibêje, metirsiya li wan navçeyan rojane zêde dibe û tiştê seyr ew e, ew yek li pêş çavên dewletê dibe lê dewlet destêwerdanê nake.

Berpirsê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber xelkê wan her du navçeyane koçber bûne, DAIŞ li deverê bicîh bûne û çekdarên xwe bi asanî ji wê derê ve derbasî nav sê parêzgehan dike û kiryarên terorîstî dikin.

Navçeyên sînorî yên her sê parêzgehan bi metirsîdar tê binavkirin û di çend salên bûrî de û ji ber ceografiya wê ya dijwar û hebûna gir û geliyan, bûye cihê kombûn û çalakiyên paşmayên DAIŞê.

 

S. B